Hurgiliyên rêkeftina Amerîka û Tirkiyê derketin holê...
PeyamaKurd – Amerîka û Tirkiyê di hevdîtinên rayedarên leşkerî yên 5-7ê Tebaxê de, li ser avakirina herêmeke ewle li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li hev kiribûn.
Ev çend roj in tenê li ser rêkeftina bo damezrandina ‘Navenda Kordînasyona Hevbeş’ herdu aliyên Amerîka û Tirkiyê daxuyaniyan didin, lê derabarê naveroka plana bo herêma ewle hatiye çêkirin de agahî zêde nebûn.
Doh 12ê Tebaxê hejmarek leşkerên Amerîkî bo wê navenda ku li ser lihevkirin çêbûye û dê rê li ber operasyon û destwerdanên yekalî bigire gihîştin bajarê Rihayê û li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkolîn û çavderiyê kirin.
Di medya cîhanî û tirk de îro 13ê Tebaxê hurgiliyên rêkeftina Amerîka-Tirkiyê hatin belavkirin ku tê gotin, dê avakirina herêma ewle ji sê qonaxan pêk were.
Her çiqas Tirkiyê daxwaza kûrahiya 30-40 kîlometkran û dirêjiya seranserê sînor heta bigihe Başûrê Kurdistanê bo herêma ewle dikir jî derket holê ku Amerîkayê tenê ji bo 5 kîlometre kûrahî û 100 kîlometre jî dirêjahî plana herêma ewle bo destpêkê xistiye meriyetê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 3 qonaxên herêma ewle dê wiha bin:
- Qanoxa yekem; di nav axa Rojavayê Kurdistanê de, bi kûrahiya 5-6 kîlometre hin deverên sînordar dê werin avakirin û YPG jî ji wir bê derxistin. Herwiha li wê deverê dê dewriyeyên çavdêriyê yên hevbeş (Amerîka-Tirkiye) werin kirin.
- Qonaxa duyem; heta 14 kîlometre kûrahiyê dê hin keşif bên kirin û YPG çekên giran ji van deveran heta 20 kîlometran dûr bixe.
- Qonaxa sêyem; dê heta 18 kîlometre kûrahîyê be û li gorî pêwîst bike dê xebatên keşfê werin kirin.
Herwiha hat zanîn ku dê di her sê qonaxan de jî ji xeynî hin gerên çavdêriyê, leşkerên Artêşa Tirkiyê nekevin wê herêmê.
Tirkiyê dixwest bi destwerdaneke yekalî ya leşkerî bikeve Rojhilatê Firatê ango Rojavayê Kurdistanê bide berxwe û wekî Efrînê dagir bike, lê bi vê plana ku rêkeftin li ser hatiye kirin diyar dibe ku Amerîka vê destûrê nade Tirkiyê.
Herwiha li gorî hurgiliyên rêkeftinê yên derketine holê leşkerên tirk jî nikarin bêyî şêwr û kordînasyona aliyê Amerîkayê, ti bizaveke leşkerî bi ser Rojavayê Kurdistanê de ferz bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin