PKK Kurdan dihêle dest dirêjî çepgirên Tirk dike
19 gulan 2018 01:06
PeyamaKurd - Hevserokê KCKê Cemîl Bayik got hilbijartinên Tirkiyeyê ji bo hêzên demokratîk jî, ji bo AKP-MHPê jî firsenda dawî ye.
Bayik ji ajanseke nêzikê PKKê re axivî û got di encama hilbijartinên Tirkiyeyê de an dê demokrasî serbikeve an jî dê faşîzm serbikeve û dijwartir bibe. Çawa ko hilbijartin ji bo faşîzma AKP-MHPê sûda dawî be ji bo hêzên demokratîk jî sûda dawî ye.
Ji ber vê yekê Cemîl Bayik bang li hêzên demokratîk û çepgir ên Tirkiyeyê kir ku piştgiriya HDPê bikin ku HDP di bin benda hilbijartinê de nemîne û got: "Ger HDP bendê derbas neke dê faşîzm serbikeve û Tirkiye dê ji bo jiyana mirovan bibe welatek dojeh."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin