Pistî civînên Soçiyê Nûnerê NY bi Lavrov re dicive

19 sibat 2021 20:03
Pistî civînên Soçiyê Nûnerê NY bi Lavrov re dicive

PeyamaKurd - Piştî bidawîbûna hevdîtinên Soçî yên formata Astanayê yê garantoriya wê Rûsya, Îran û Tirkiye dikin, nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen berî serdana Sûriyê çû Moskowê.

Pedersen bi Cîgirê Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Alexsander Fomin re civiya û biryar e piştre bi Wezîrê Derve Sergey Lavrov re jî hevdîtinekê bike.

Wezareta Berevaniya Rûsî bi daxuyaniyekê diyar kir ku di civînê de, mijarên alîkariya dezgehên NY ji jinûveavakirina Sûriyê û hêsankirina rewşê li herêmên rizgarkirî hatin axaftin.

Hevdem Lavrov jî bi pêwendiyeke telefonî bi hemkarê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad re li ser encamên civînên Astana û serdana Pedersen gotûbêj kir.