Pistî nûnerên Hamasê Mehmud Ebas jî serdana Moskowê dike

04 mijdar 2023 00:01
Pistî nûnerên Hamasê Mehmud Ebas jî serdana Moskowê dike

PeyamaKurd - Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand ku wê Serokê Filistînê Mehmûd Ebas serdana Moskowê bike û bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re jî bicive.

Dmitriy Peskov got: “Kremlîn dê dema serdana Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ya Rûsyayê ji bo danûstandinên bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re eşkere bike. Beriya her tiştî dê pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê bê gotêbêjkirin”

Alîkarê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê Mikhail Bogdanov jî dabû xuyakirin ku wê Mehmûd Ebas di demeke nêzîk de serdaneke fermî bo Moskowê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye hefteya borî jî nûnerên Hemasê serdana Moskowê kiribûn ku Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihandibû ku endamê Polîtburoya Hemasê Ebû Marzûk hatiye Moskowê.

Wezaretê dabû xuyakirin: “Di berdewamiya xeta Rûsî de li ser serbestberdana bilez a dîlên biyanî yên li Xezeyê bi Hemasê re têkilî hatin danîn. Herwiha mijarên têkildarî derxistina welatiyên Rûs û biyanî yên din ji axa Filistînê hatin gotûbêjkirin."