Mehmud Ebas: Tunebûna Xezeyê ne xema Hamasê ye…

25 cotmeh 2023 17:09
Mehmud Ebas: Tunebûna Xezeyê ne xema Hamasê ye…

PeyamaKurd - Serokê Filîstînê Mehmud Ebas, li ser Tevgera Hamas ku bi salan e dest daniye ser Xezeyê û şerê Îsraîlê dike, daxuyaniyên balkêş dide.

Mehmud Ebas di axaftineke xwe de, balê dikişîne ser helwesta bizava Hamasê li hember xelkê Filîstîn û Xezeyê û dibêje; “Medya Erebî û Misilman her çiqas naxwazin rastiyê bibînin jî tunebûna Xezeyê qet ne xema Hamasê ye. Ew tenê xema tiştekî dikin. Ew jî berdewama hebûna xwe ye.”

‘Li binê minareyan xwe vedişêrin’

Ebas herwiha li ser Hamasê dide zanîn; “Ew bixwe dibêjin ku tiştên li Xezeyê diqewimin, bandorê li ser wan nake. Heta niha 100 hezar Filîstîniyên Xezeyê derbeder bûne û cihê ku lê bijîn tune ye. Lê Tevgera Hamasê hê jî li ser piyan e. Lewra ew li binê minareyan xwe vedişêrin”

‘Sivîl hiştin û reviyan Sînayê’

Serokê Filîstînê destnîşan dike; “Ez vê cara ewil tînim ziman. Wan berî niha xelkê sivîl ê Xezeyê bi cî hişt û bi ambûlansan reviyan Sînayê. Piştre jî dibêjin, me berxwedan kir”