Pisporê Rûsî: Rûsya hewl dide HSD Eyn Îsayê radestî deshilata Sûriyê bike

29 berfanbar 2020 16:30
Pisporê Rûsî: Rûsya hewl dide HSD Eyn Îsayê radestî deshilata Sûriyê bike

PeyamaKurd  Pisporê Rûsî yê Karûbarên Sûriyê Andrey Ontîkov li ser çarenûsa Eyn Îsayê û mafê Kurdan li Sûriyê axivî û diyar kir, li Sûriyê divê rêz li mafên Kurdan were girtin û bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin û girêdayî kultura xwe bin. Ontîkov dide zanîn: “Em dixwazin gotûbêja rasterast di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de hebe, ne tenê girêdayî Eyn Îsayê, bi awayekî giştî hemû navçeyên rojhilatê Feratê têkeve bin desthilata Sûriyê.”

Andrey Ontîkov ji K24ê re li ser pirsa “Gelo li Sûriyê planeke nû ya Rûsya, Tirkiye û Sûriyê tê pêkanîn?” Andrey Ontîkov got:

“Bêguman Rûsya naxwaze operasyona nû ya serbazî ya Tirkiyê bi ser wê deverê de hebe, bi vê yekê jî em dibînin ku Rûsya hêzê dişîne wê deverê, ya duyem jî Rûsya hewl dide ku Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ên Kurd wê navçeyê radestî deshilata Sûriyê bikin.”

Andrey Ontîkov da zanîn:

“Dema Kurd Eyn Îsayê radestî desthilata Sûriyê bikin, bêguman ez dûr dibînim ku operasyona serbazî ya Tirkiyê çêbe. Ev pêngava Kurdan jî dê rêgir be li ber wê operasyonê.”

Li ser pirsa “Efrîn ji destê Kurdan derket, niha jî Rûsya dixwaze Eyn Îsa radest bike, gelo ev daxwazên Rûsyayê heta kengî berdewam bibe?” Ontîkov eşkere kir:

“Em dixwazin gotûbêja rasterast di navbera Kurdan û Hikûmeta Sûriyê de hebe, ne tenê girêdayî Eyn Îsayê, bi awayekî giştî hemû navçeyên rojhilatê Feratê têkeve bin desthilata Sûriyê.”

Ontîkov li ser pirsa "Gelo hûn bawer dikin ku rejîma Sûriyê mafên netewî yên Kurdan dê nas bike?" diyar kir:

“Bêguman, ji sedî sed, ez jî dibêjim ku di sala 2017an de Rûsyayê pêşniyar kir di hin rûniştinên Astanayê de ku projeya destûra nû ya Sûriyê. Ew pêngav şaş bû û gelek rexne jî li ser vê projeya Rûsyayê hebû.”

Andrey Ontîkov diyar dike:

“Divê ji Kurdan re mafên wan ên rewşenbîriyê hebin û rêz li mafên Kurdan were girtin û bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin û girêdayî kultura xwe bin. Em wisa dibînin ku Kurd beşeke sereke ya Sûriyê ne û jê cuda nabin. Rûsya hewl dide ku hêzên Kurdî tevlî artêşê bibin.”