Washington Post: Rûsya piştgirîya îstîxbaratê dide Îranê
Rojnameya Washington Post ragihand ku Rûsya ji bo êrîşên ku li dijî armancên Amerîkî yên li herêma Kendavê têne kirin, ji Îranê re agahdariya îstîxbaratî peyda dike. Hat diyarkirin ku Moskow vê pêvajoyê wek derfetek ji bo berjewendiyên xwe dibîne.
RûpelNews - Li gorî raporên rojnameya Washington Post, Rûsya di çarçoveya pevçûnên herêmî de agahdariyên îstîxbaratî li ser hêz û armancên leşkerî yên Amerîkî yên li herêma Kendavê ji Îranê re parve dike. Hat ragihandin ku ev agahdarî ji destpêka şer ve têne parvekirin û dikarin ji bo plankirina êrîşan li dijî bingehên leşkerî û dîplomatîk ên Amerîkî werin bikaranîn.
Li gor agahiyan, Îran di çend êrîşan de bingehên leşkerî û balyozxaneyên Amerîkî armanc kiriye. Di van êrîşan de bi hezaran drone û bi sedan mûşek hatine bikaranîn. Radar, navendên fermandariyê û hin avahiyên leşkerî yên demkî jî hatine armanc kirin.
Analîstan diyar dikin ku asteng kirina satelaytên Îranê sedemek girîng e ji bo zêdebûna îdiyên îstîxbaratî. Li gor raporan, Îran hêj fîloyek satelayt a xurt a xwe nîne.
Berjewendiyên Rûsya
Hat diyarkirin ku Rûsya dirêjkirina pevçûnên navbera Amerîka û Îranê wek derfetek ji bo berjewendiyên xwe dibîne. Zêdebûna aloziyên herêmî û bihayê petrolê jî dikare aboriya Rûsya xurt bike.
Îdiayên Çînê
Çavkaniyên îstîxbaratî diyar kirin ku delîlek tîne ku Çîn bi awayekî rasterast piştgirî ji berevaniya Îranê re dike.
