Pirtûkên perwerdeyê yên Tirkiyê ji ber bêrêziya li Pêxemberê Îslamê hatin sewitandin

26 mijdar 2021 23:45
Pirtûkên perwerdeyê yên Tirkiyê ji ber bêrêziya li Pêxemberê Îslamê hatin sewitandin

PeyamaKurd – Li bajarên Efrîn, Bab û Cerablûsê ku niha di bin kontrola Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê de ne, xelkê deverê bi hinceta ku di pirtûkên perwerdeyê de, bêrêzî li Pêxemberê Îslamê Hz. Muhemed hatiye kirin ew pirtûk şewitandin.

Tirkiyê ji bo xwendekarên pola yekê yên li herêmên hatine dagirkirin pirtûkeke olê çap kir ku di pirtûkê de Hz. Muhemed û hevjîna wî Hz. Eyşe bi wêneyên weke bûk û zava hatine nîşandan.

Xelkê li Efrîn, Bab û Cerablûsê piştî ku ew pirtûk li zarokên wan hatin belavkirin, nerazîbûn nîşan dan û li dijî wê xwepêşandan li dar xistin.

Herwiha malbatên xwendekaran pirtûkên dibistanê şewitandin û gotin, ew qebûl nakin ku zarokên wan bi materyalên Tirkî perwerdeyê bibînin.

Piştî nerazîbûnan berpirsê perwerdeyê yê li wan herêman Cuma Kazkaz gotiye, ew bi Rêvebriya Perwerdeyê ya Dîlokê re di nav danustandinan de ne daye zanîn ku wî daxwaz ji Tirkiyê kiriye hemû pirtûkan kom bikin û heger kom nekin wê dakevin qadan.