Ewropî ji ber bêrêziya li Tirkiyê li Leyen hatiye kirin îstifaya Charles Michel dixwazin

12 nîsan 2021 22:06
Ewropî ji ber bêrêziya li Tirkiyê li Leyen hatiye kirin îstifaya Charles Michel dixwazin

PeyamaKurd – Karvedan û bertekên ser krîza nebûna dîplomatîk a li Tirkiyê ku Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen li ser lingan hatibû hiştin û Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel jî ti bertek nîşan nedabû û li kêleka Erdogan rûniştibû li Ewropayê berdewam dike.

Li welatên Ewropayê ji bo Charles Michel ji ber vê xemsariya xwe dest ji kar bikişîne û îstifa bike kampanyayek hatiye destpêkirin û gelek komel û rêxistinên jinan pêşengiya wê kampanyayê dikin û Michel wekî kesekî rêz li Xanim Leyen negirtiye nîşan didin.

Rêxistinên jinan rexneyên tund li Charles Michel digrin ku dibêjin, mafê jinê hatiye binpêkirin û li Tirkiyê bi protokola tirk hatiye piçûkxistin û ji ber vê jî daxwazê jê dikin demildest dest ji kar berde.