Piraniya wan zarok û jin herî kêm 77 kes bi lehiyê mirin

07 tîrmeh 2022 21:38
Piraniya wan zarok û jin herî kêm 77 kes bi lehiyê mirin

PeyamaKurd – Li welatê Pakistanê ji ber barana zêde û rabûna lehiyên ku di nav di 20 rojên dawî de, rû didin herî kêm 77 kes mirin ku gelek ji wan zarok û jin in. 

Wezîrê Keşûhewayê yê Pakistanê Şerî Rehman ragihandiye ku ji 14ê Hezîranê ve baran ranewestiyaye û ev agahî dan: “Barana zêde encameke trajedîk li pey xwe hişt. Heta niha herî kêm 77 kesî jiyana xwe ji dest daye. Divê were zanîn ku ev lehî hê destpêk in, lazim e em xwe ji bo rewşên girantir re amade bikin.”

Berpirsên Pakistanê diyar dikin ku lehiyê herî zêde bandor li eyaleta Belûcistanê kiriye û tenê li wir 39 kes mirine.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku avahiyên li Pakistanê ne saxlem in û binesazî jî nehatiye çêkirin, di rabûna her lehiyê de piraniya wan di ber avê re diçin û tevî ziyanî madî gelek kes jî can didin.

Sala 2010an jî di lehiyên herî dijwar de, hezar û 800 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 20 mîlyon welatî jî ji cihê xwe bûbûn.