Lehiyê 19 bajar dan ber xwe: Herî kêm 18 kes mirin
27 berfanbar 2021 20:03
PeyamaKurd – Ji ber barana zêde li 19 bajarên wîlayeta Bahia ya Brezîlyayê lehî rabû.
Rayedarên herêmî yên Brezîlî ragihandine ku di encama lehiyê de, heta niha herî kêm 18 kesan can daye û zêdetirî 286 kes jî birîndar bûne.
Li gorî ragihandina berpirsên Brezîlyayê heta niha 35 hezar kes jî neçar mane terka malên xwe bidin û biçin cihên ewle.
Ji ber bobelata lehiyê û rewşa xirab a hewayê li 66 navçeyên wîlayeta Bahia rewşa awarte hatiye ragihandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Koçber
Rêjeya mirinan herî kêm li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê ye
22 hzr 2023
Jiyan
Li Pakistanê di lehiyê de herî kêm 19 kes mirin
10 hzr 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin