Li Pakistanê di lehiyê de herî kêm 19 kes mirin

11 hezîran 2023 02:07
Li Pakistanê di lehiyê de herî kêm 19 kes mirin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhva û Pencabê bi sedema barana zêde lehî rabû û herî kêm 19 kes mirin û 150 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina televizyona Geo Newsê; li eyaleta Hayber Pahtunhvayê li deverên Bannu û Lakki Marvatê tenê 16 kes mirine ku di nava wan de jin û zarok hene. 146 kes jî birîndar bûne. Gelek xanî roxiyane û dîwar xerab bûne.

Li eyaleta Pencabê li deverên Sargoda, Gujranvala, Faysalabad û Huşabê baran gelek bariyaye û li gundê Çanê dîwarekî bi ser xanîkî de ketiye û 3 kes di bin de mirine. Li deverên navborî ji bo lêgerîna kesên wendayî xebat dewam dikin.