Peykerê rêberê berê yê rejîma Îranê Humeynî hat sewitandin

02 nîsan 2022 17:33
Peykerê rêberê berê yê rejîma Îranê Humeynî hat sewitandin

PeyamaKurd Hejmarek kesan peykerê rêberê berê yê rejîma Îslamiya Îranê “Humeynî” li meydana Cema`et a bajarê Qumê şewitandin.

Li gor zanyariyan, peykerê Humeynî li meydana Cema`et a bajarê Qumê di roja salvegera bi nav referandûma rejîma Îslamî ya Îranê de, ji aliyê çend kesan ve hatiye şewitandin.

Herwiha berê li bajarê Îsfehanê, peykerê Humeynî û tabloyên ku navê Humeynî li ser bûn ji aliyê xelkê ve hatine şewitandin.