Petrîk Aram Ateşyan: Ez jî misilman im
Alimê mesihî Petrîk Aram Ateşyan, li Amedê di ayîna Cejna Vejînê de got, ew jî misilman e û misilman ew ê ku xwedî îmaneke tam e.
RûpelNews - Li Amedê li Dêra Ermenî ya Surp Giragos, bi boneya Cejna Vejînê ayîn hat lidarxistin. Ayîn ji aliyê Petrîk, Aram Ateşyan ve hat birêvebirin.
Xristiyanên Amedê, yên ji bajarên derdorê û derveyî welat hatibûn beşdarî ayînê bûn. Her dîsa gelek misilman jî beşdarî ayînê bûn.
Aram Ateşyan diyar kir ku Îslam û misilmanbûn ne heman tişt in, û ku misilman kesekî bawermend ê xwedî baweriyeke temam e. Ateşyan xwe wekî misilmanekî ji baweriya xiristiyaniyê pênase kir.
"Mislimmanbûn tê wateya xwedîbûna baweriyeke temam"
Ateşyan di wê beşa axaftina xwe de wiha got: "Hûn, yên ku ne xiristiyan in dibêjin, 'Em mislimman in.' Hûn çawa dizanin ku hûn mislimman in? Kê ji we re got? Hûn şopînerên Îslamê ne. Mislimmanbûn tê wateya xwedîbûna baweriyeke temam. Nexwe, hûn çawa dizanin ku baweriya we temam e, ku hûn bi rastî bawermend in? Tenê Xwedê vê yekê dizane.
Mirov dibêjin, 'Ez misilman im, baweriya min temam e.' Ji ber vê yekê, her kes gotina 'Ez misilman im' bi kar tîne; lêbelê hûn beşek ji Îslamê ne. Kesek dibêje, 'Ez xiristiyan im,' yekî din cihû ye, yekî din ateîst an jî pûtperest e. Lê hûn hemû zarokên Xwedê ne. Em hemû bira û xwişk in.
Xedrê kesên li derdora xwe nekin. Dilê mirovan neêşînin. Gotegotan nekin; derbarê xelkê de bi xerabî neaxivin. Karê xwe bikin. Ji ber ku gotegot malan wêran dike."
🎙️Alimê mesihî Petrîk Aram Ateşyan:
— RupelNews Kurmancî (@RupelNews_ku) April 19, 2026
🔹Hûn, dibêjin, 'Em misilman in.' Hûn çawa dizanin ku hûn mislimman in? Kê ji we re got?
🔹Ez jî misilman im#RupêlNews ✒️ @hasankosen_ https://t.co/5kKJitAzYO pic.twitter.com/SsPxkbfvih
