Zêbarî: Herêma Kurdistanê bingeha aramiya herêmî ye
Endamê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî, diyar kir ku pêvajoya avakirina hikûmeta nû li Iraqê divê bi lez were temamkirin û destnîşan kir ku aramiya siyasî hem ji bo Iraqê hem jî ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e.
RûpelNews - Endamê Politburoya PDKê Zêbarî di paneleke ku di çarçoveya "Diyaloga Iraqê 2026" de hatibû organîzekirin de, derbarê mijarên rojeva de axivî.
“Herêma Kurdistanê ne gef e”
Di destpêka axaftina xwe de, Zêbarî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê di aramiya herêmî de roleke girîng dilîze û tekez kir ku herêm ji bo tu welat û partiyekê ne gef e.
Zêbarî, ku destnîşan kir ku ji bo pêşveçûnê pêdiviya Iraqê bi aramiya siyasî heye, got ku di dema aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, welatên Kendavê li Iraqê wek çavkaniya bêîstiqrariyê dinêrîn.
Zêbarî diyar kir, "Welatên Kendavê bawer dikirin ku Iraq ne tenê ji bo gelê xwe, lê herwiha ji bo cîranên xwe jî bûye çavkaniya bêîstiqrariyê, bi taybetî ji ber êrîşên milîsên ku Kuweyt, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Erebistana Siûdî û Urdun kiribûn armanc. Ev welat çawa dikarin ji nû ve baweriya xwe bi Iraqê bînin û têkiliyên xwe ji nû ve ava bikin?"
“Dê kabîneyeke nû were avakirin”
Zêbarî, amaje bi pêvajoya siyasî ya heyî ya li Iraqê kir û hêviya xwe anî ziman ku dê kabîneyeke nû were avakirin û nakokiyên siyasî dê di pêşerojeke nêz de werin çareserkirin.
Di heman demê de, Zêbarî destnîşan kir ku 182 parlamenterên Iraqî plan dikirin ku hecê bikin, û lê zêde kir ku eger ev yek pêk were, pêvajoya avakirina hikûmeteke nû dikare hê bêtir were derengxistin.
