Pêşwaziya Şera li Berlînê: Dirûşmên 'Allahu Ekber' tê rexnekirin
Li Berlîna paytexta Almanyayê, pêşwaziya di dema serdana Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera de hatî lidarxistin, bûye sedema nîqaşê. Dirûşmên 'Allahu Ekber' ên ku di çalakiyê de hatin bihîstin, ku bi hezaran sûrî beşdar bûn, ji aliyê pisporan ve hat rexnekirin.
RûpelNews - Pisporê Îslamîzmê Ahmad Mansour, hem hin komên ku beşdarî pêşwaziyê û hem jî serokên siyasî yên alman rexne kirin û destnîşan kir ku dîmenên navborî pirsgirêkan dihewîne. Mansour her wiha nêzîkatiya Serokwezîr Friedrich Merz û Serokomar Frank-Walter Steinmeier a li hemberî Şera rexne kir.
Di podcasteke ku ji aliyê Paul Ronzheimer, rêveberê rojnameya BILDê ve dihat birêvebirin de, Mansour bal kişand ser helwesta Şera ya li hemberî pêkhateyên olî û etnîkî yên li Sûriyê. Mansour, bi amajekirina rewşa pêkahteyên wekî xiristiyan, kurd û durziyan, got ku polîtîkayên rêveberiya nû rejîma berê ya Esed tîne bîra mirov.
Mansour got, "Wêneyên ku em dibînin ne tenê zordestiyê lê di heman demê de rûreşkirina mirovan jî nîşan didin. Ev rewş ji rejîma berê zêde cuda nîne. Ew bi tenê îro di bin retorîkeke îslamîst de tê meşandin."
"Sedema piştgiriya ji bo Şera, hilweşandina Esed e"
Di vê navberê de, Mansour destnîşan kir ku ew fêm dike çima hin sûriyên li Almanyayê bi kêfxweşî pêşwaziya serdana Şera kirin. Pisporî tekez kir ku sedema bingehîn a vê yekê, hilweşandina rejîma Beşar Esed e piştî salên şerê navxweyî bû.
Lêbelê, li gorî Mansour, kesên ku beşdarî pêşwaziyê dibin ne tenê ew in ku bi hilweşandina Esed şa dibin, lê di heman demê de kesên ku piştgiriyê didin helwesta îslamî ya Şera jî hene. Mansour, ku destnîşan kir ku dirûşma "Allahu Ekber" hem wekî îfadeyeke bêguneh a pêşwaziyê û hem jî wekî hevokeke ku dikare bi tundûtûjiyê ve were girêdan, tê bikaranîn, bal kişand ser hebûna meylên radîkal di nav dîasporaya Sûriyê de.
"Ev ji aliyê entegrasyonê ve metirsiyek e"
Mansour ragihand ku di hin rewşan de, kesên sûrî beşdarbûna çalakiyên wekî bazarên Noelê red kirine, û jê re gotine "herêma kafiran", û diyar kir ku ev yek ji aliyê entegrasyona civakî ve metirsiyek e.
Pisporê her wiha serokên alman ji ber pêşwazîkirina Şera bi awayekî dostane rexne kir. Mansour, anî ziman ku ev yek peyama wê dide ku ew kesê navborî li Berlînê bêyî lêkolîneke têr û tije hatiye qebûlkirin, got, "Ev binpêkirina tabûyê ye. Diviyabû rexneyeke vekirîtir û tundtir bihata kirin."
Mansour axaftina xwe wiha bi dawî anî: "Ev serdan dikaribû pêk bihata, lê diviyabû wêneyên ku ji gel re hatine pêşkêşkirin cuda bûna. Heke ev wêne hatibin parvekirin, diviyabû peyamên rexneyî yên zelal jî pê re hebûna."
