Ehmed Şera bi şandeke almanî re civiya
Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera û şandeke almanî hevkariya aborî û weberhênanê di navbera herdu welatan de gotûbêj kir.
RûpelNews - Îro Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera bi Brêkarê Dewletê di Wezareta Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Almanyayê Niels Annen, hejmarek serok û rêveberên kompaniyên almanî û endamên encûmenê kar a sûrî – almanî re li koşka Gel li Şamê civiya.
Di civînê de, Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî, Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr, Hakimê Banka Navendî Sefwet Reslan û hejmarek berpirs beşdar bûn.
Serokomariya Sûriyê da zanîn ku di civînê de, çawaniya bihêzkirina hevkariya aborî û weberhênanê di navbera herdu welatan de, berfirehkirina warên hevpariyê, wergirtina sûdê ji derfetên weberhênanê li Sûriyê nexasim ji projeyên dubare avakirinê û bihevguhertina ezmûnan hate gotûbêjkirin.
Piştî hilweşandina rêjîma Esed kenalên peywendiyan di navbera Sûriyê û Elmanya vebûn nexasim di warê aborî û weberhênanê de.
