Pêsniyar qanûna ezilkirina Trump hat pejirandin
01 mijdar 2019 00:11
PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ji bo dengdana pêşniyar qanûna ji kar xistina Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hatibû pêşkeşkirin, civiya.
Di dengdanê de, li hember 232 dengên erê, 196 dengên na hatin dayîn û pêşinyar qanûna ku lêpirsîna bo ezilkirina Trump dide destpêkirin hat pejirandin. Di dîroka Amerîkayê de cara 3yemîn e ku ji bo serokekî proseya ezilkirinê tê destpêkirin.
Piştî qebûlkirina pêşniyar qanûna lêpirsînê, dê ji Trump pêvajoyeke nû destpê bike ku rêya ji kar xistina wî ji erka seroktiyê vedibe.
Piştî biryarê Koşka Spî ragihand ku Demokrat rêzikên meclîsê binpê dikin û dixwazin pê gavên xwe meşrû bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîka | Rapora ezilkirina Trump hat pejirandin
04 brf 2019
Jiyan
Trump: Pêsniyara astiyê ya ji bo Ukraynayê ne plana dawî ye
23 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin