Amerîka | Rapora ezilkirina Trump hat pejirandin

04 berfanbar 2019 18:41
Amerîka | Rapora ezilkirina Trump hat pejirandin

PeyamaKurd - Komîsyona Îstixbaratê ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê rapora lêpirsîna ser jikardûrxistina Serokê Amerîkayê Donald Trump pejirand.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîka, komîsyona ku piranîya wan Demokrat in, li hember 9 dengan bi 13 dengan rapor qebûl kir.

Di raporê de delîlên komîsyonên îstixbarat, çavdêrî û karên derve cih girtin û tê gotin, “Trump li ser Ukrayna zext çêkiriye ku lêpirsîna dijî Joe Biden ragihîne.”

Endamên Komarî dê heta du rojan dîtinên xwe yên ser raporê pêşkeş bikin û Serokê Komîsyona Îstixbaratê ya Encûmena Nûneran Adam Schiff jî dê raporê tevî belgeyên nû bide Komîsyona Dadê.

Di lêpirsîna ser jikardûrxistina Trump de, qonaxa li Komîsyona Dadê dê vê hefteyê destpê bike.

Trump yan jî parêzerên wî dê beşdarî rûniştinê nebin.

Herwiha hat ragihandin ku dê Komîsyona Dadê di nav du hefteyên pêş de ser sedemên jikardûrxistina Trump dengdanê bike û berî Noelê rê li ber dengana li Encûmena Nûneran veke.

Heger li Encûmena Nûneran, ku piranîya wan Demokrat in, tawanên dijî Trump bi awayekî fermî werin pejirandin, Trump dê li Civata Senatoran were darizandin û heger li wir jî ji sisiyan duduyên senatoran deng bidin rapora ezilkirinê dê Trump ji kar were dûrxistin.