Kongreya Amerîka wê ji bo ezilkirina Trump bicive
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe Duşemê 11ê Çile, Encûmena Nûneran a Kongreya Amerîkayê wê ji bo lêpirsîna dest ji kar kişandina Donald Trump bicive.
Piştî bûyerên serdegirtina avahiya kongreyê ji aliyê alîgirên Trump ve Partiya Demokrat ku serkeftina hilbijartinê bi dest xistiye kete tevgerê û dixwaze beriya 20ê mehê ku seroktî dewrî Joe Biden bê kirin, Trump ji kar bê kişandin.
Li Demokratan heger Donald Trump îro Yekşemê bi xwe dest ji kar bernede, wê sibe li Encûmena Pîran madeya hewildana serhildanê bê çalakirin û Donald Trump bi derxistina alozî û êrîşkirina ser Kongreyê were tohmetbarkirin ku 5 kes di bûyeran de hatibûn kuştin.
Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden da xuyakirin, “Bi baweriya min girîng e Encûmena Piran li ser karê xwe berdewam be û wî ji desthilatê dûr bixin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin