Pêsmergeyê Kurdistanê 5 sal berê wek îro serê têkbirina DAISê da destpêkirin
PeyamaKurd - Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, rojek wekî îro berî 5 salan 2yê Tebaxa 2014an proseya şerê têkbirina DAIŞê da destpêkirin û piştî şerekî giran û domdirêj, li ser navê tevahiya mirovahiyê, nirxên pêkvejiyan û rêzdariyê, demokrasî, aştî û ewleyiyê DAIŞ ji ser xaka Kurdistanê qewitand û piştî wê DAIŞ ber bi têkçûnê ve çû.
Hêzên Pêşmerge, şerê dijî rêxistina hov a terorî DAIŞ di 2yê Tebax a 2014an de, li devera Nînowa dest pê kir.
Fermanbarên Hêzên Pêşmerge, ku di wî şerî de beşdarî kirin diyar dikin ku armanca DAIŞê dagîrkirina xaka Kurdistanê û têkşikandina Pêşmerge bû. Lê belê ev armanca wan bi ser neket û DAIŞ bi destê Pêşmerge ve hate têkbirin û proseya tekşidandina serbazî ya DAIŞê dest pê kir.
Serfermandarê Pêşmerge Cemal Emînkî ji Kurdistan24ê re ragihand ku piştî tekşikandina serbazî ya DAIŞê, bi egera bûyera 16ê Cotmeha sala 2017an ewlehî nekarî li deverên derveyî îdareya herêma Kurdistanê bê sepandin.
Herwiha Emînkî destinîşan kir ku xebatên pêkanîna komisyonên hevbeş ên serbazî ligel Artêşa Iraqê dom dikin, lê heta niha rêkeftinek nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin