Ji ber serê Ukrayna bazirganên Kurdistanê berê xwe didin Ermenistanê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bazirganên Herêma Kurdistanê ji bo hawirdekirina berhemên xurekan bo Herêma Kurdistanê, bi berpirsên Ermenistanê re di nav danûstandinê de ne û dixwazin bi ser Ermenistanê re hawirdeyê bikin.
Serokê Hawirdekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Ebdulrehman, piştî civîna ligel Konsûlê Ermenistanê yê Hewlêrê Arshak Manoukyan di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, ji ber şerê Ukraynayê ew dixwazin hawirdekirina xurekan bi ser Ermenistanê ve bo Herêma Kurdistanê bikin.
Ebdulrahman herwiha da zanîn ku ew pêwendiyên xwe ligel Ermenistanê demeke dirêj e didomînin û di nav meha pêşiya me de jî dixwazin şandeke bazirganên Kurdistanê bişînin Ermenistanê.
Ebdulrehman diyar kir ku li Ermenistanê gelek kargehên xurekê hene û got: “Piştî şerê Ukraynayê ji bo em berheman hawirde bikin, dixwazin Ermenistanê bixin cihê Ukraynayê.”
Konsulê Ermenistanê jî amadebûna welatê xwe bo karkirina ligel bazirganên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin