Pelosî: Li hemberî Trump ji xeynî em bikevin tevgerê ti çare nema

06 berfanbar 2019 00:03
Pelosî: Li hemberî Trump ji xeynî em bikevin tevgerê ti çare nema

PeyamaKurd – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê ji Partiya Demokrat Nancy Pelosî, derbarê proseya ji kar dûrxistina Serokê Amerîka Donald Trump de civîneke rojnamavanî saz kir.

Pelosî li ser proseya ezilkirina Trump got ku êdî ew dê tawanbariyên li ser Trump bi fermî bikin û diyar kir, “Demokrasiya me di xeterê de ye. Serok ji xeynî ku em bikevin tevgerê ti çareyeke din nehişt.”

Di berdewamê de jî Pelosî destnîşan kir ku ti kesek li Amerîkayê ne bi ser hiqûqê re ye û got, "Heger em destûrê bidin ku Serok bi ser hiqûqê be, emê komara xwe bi ser de bidin. Serok ji bo berjewendiya xwe ya siyasî erka xwe bi xirabî bikar anîye.”

Hêjayî gotinê ye doh jî rapora tawanbariyên derheqê Trump de li Encûmena Nûneran hatibû pejirandin ku bi fermî proseya ezilkirina Trump dide destpêkirin.

Trump ji ber têkiliya xwe ya bi serokê Ûkraynayê re ku ji bo hevrikê xwe yê namzediya seroktiyê Joe Biden alîkarî xwestiye tê tawanbarkirin.