Trump: Em amade ne bikevin tevgerê

13 adar 2020 20:53
Trump: Em amade ne bikevin tevgerê

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser bergiriyên bo rêgirtina belavbûna vîrûsa korona (covid-19) ragihand ku ew em dê li nêzîk dest bi pişkinînin hûrî û berfireh bikin.

Trump li ser Twitterê ragihand ku li nêzîk wê beşên mezin ê civakê karibin xwe bigihînin testên coronavirusê û got:

“Guhertin ketine meriyetê û testên berfireh li nêzîk dest pê dikin. Hemû hêsankariyên burokratîk hatin kirin. Em amade ne bikevin tevgerê."

Li gorî daneyê Navenda Kontrola Nexweşînan a Amerîkayê (CDC) covid-19 ji 50 eyaletan li 46an belav bûye ku heta niha li Amerîkayê ji 1504 pêketiyan 39 kesan ji vîrûsa korona can dane.