Pelosi: Girîng e diyaloga li gel Herêma Kurdistanê berdewam be
PeyamaKurd – Seroka berê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ragihand ku giringe diyalog û peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Pelosî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re hevdîtina xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nirxand û ragihand ku girîng e diyaloga ligel Herêma Kurdistanê berdewam bibe.
Nancy Pelosi pirsên ku ji wê hatin kirin wiha bersivand:
Çi fikarên we li ser hilbijartinên serokatiyê hene eger Donald Trump dîsa bibe serok? Ev bandorek çawa li sûcê çekan dike?
"Ew ê di hilbijartinê de bi ser nekeve."
Hûn dixwazin li ser hevdîtin û pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî ligel Serokê Herêma Kurdistanê li Munchenê çi bibêjin?
“Girîng e ku hevdîtinên me (bi Herêma Kurdistanê re) hene. Bi dîtina min pir girîng e ku diyalog û têkiliyên hem li wir û hem jî li vir berdewam bikin. Ji bo rêzgirtinê çûm odeya (Nêçîrvan Barzanî). Ji bo me Komarparêz û Demokrat girîng bû ku wî wek heyeteke hevpar bibînin.
Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 5ê Mijdarê de tê lidarxistin û Donald Trump wê bibe berbijêrê Komarî û Joe Biden jî wê bibe berbijêrê Demokratan. Li gorî anketên dawî, Trump ji sedî 44 û Biden jî ji sedî 43 dengan digire."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku beşdarî Konferansa Asayîşa Munchenê bibû, roja 18ê Sibatê bi endamên Kongreya Amerîkayê re civiya û Nancy Pelosî jî hat cihê civînê. Ev tevgera Nancy Pelosi ku bi germî silava Nêçîrvan Barzanî kir, li ser medyaya civakî gelek hat axaftin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin