PDK û YNKê, daxuyaniyeke hevpar da

31 tîrmeh 2023 00:30
PDK û YNKê, daxuyaniyeke hevpar da

PeyamaKurd- Piştî civîna şandên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku îro li Silêmaniyê hatibû kirin, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniya hevpar a PDK û YNKê de hat gotin ku ew piştgiriya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dikin.

Piştî civîna ku li ser Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encumenên parêzgehên Iraqê hatin hat kirin, ji aliyê endamên şandê ve bi awayekî hevpar hat destnîşankirin ku partiyan piştevaniya lidarxistina Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtinên ligel partiyan diyar kiribû, kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser parastina statu û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û hat gotin ku

"Ji bo zêdetir xizmetkirina ji bo gelê Kurdistanê, divê nakokiyên biçûk bên beralîkirin û li ser çareserkirina pirsgirêkan bi hev re bê tevbigerîn."

Her wiha di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser piştgiriya lihevkirinên di kabîneya hikûmeta 9em de û hat zanîn ku ji bo çareserkirina kêşeyan hatiye gotin ku divê dan û stendinên herdu aliyan, bi aliyên din re berdewam bikin.