PDK û YNK dicivin: Biryar e berî Newrozê...

05 sibat 2019 14:40
PDK û YNK dicivin: Biryar e berî Newrozê...

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku civîna PDK û YNKê ya 29ê Çile bi daxwaza YNKê hatibû paşxistin, îro 5ê Sibatê pêk were.

Dê şanda bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin û biryarên yekalîkirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bidin.

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre derbarî civînê de got, civîna îro ya PDK û YNKê girîng e û dê biryarên girîng bên dayîn ku nerînên wan û PDKê nêzîkî hev in.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî jî bal kişand ser nîqaşên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û diyar kir, komîteyên danûstandinê karên baş kirine û ew hêvîdar in pêkanîna kabîneya nû negihe Cejna Newrozê.

Hêjayî gotinê ye, YNK dixwaze pirsên Bexda û Hewlêrê bi hev re çareser bike, lê PDK dixwaze destpêkê li Herêma Kurdistanê rêkeftin çêbibe, piştre bi hev re biçin Bexdayê.