Dizeyî: Biryar e berî Newrozê mûçeyên fermanberan bihên dayîn
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku Bexdayê 522 milyar dînar şandiye Kurdistanê û biryar e berî Newrozê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bihên dayîn.
Dizeyî ji derbarê mijara mûçeyên fermanberên Kurdistanê ji Rûdawê ra axivî û got: “Biryara paşekewta mûçeyan, biryareke gelekî zehmet bû, lê belê me pêştir soz dabûn hevwelatiyên Herêma Kurdistanê, her dema ku rewşa darayî ya Kurdistanê baş bû, em dê paşekewtê rakin û îro jî me ev biryar da.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî da xuyakirin: “Dibe ku hinek alî mijûlî vê yekê bûbin ku projeyasayekê ji bo nehiştina paşekewta mûçe amade bikin, lê paşekewt bi yasayê nehatiye kirin, heta ku bi yasayê were rakirin. Paşekewta mûçe, bi biryara Encûmena Wezîran bûye û her bi biryara Encûmena Wezîran jî hate rakirin.”
Sefîn Dizeyî li ser wî pereyê ku hikûmeta Iraqê ji Herêma Kurdistanê re şandiye jî ragihand: Bexdayê 522 milyar dînar şandiye Kurdistanê û divê duh (pênşemî) gihîştibe herêmê. Li ser vê bingehê jî îro Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê civiya, di çend rojên bê de, dabeşkirina mûçeyan jî dest pê dike. Dizeyî teqez kir, her çend ku çend rojan bêhnvedan e, lê belê Wezareta Darayî dê karên xwe berdewam bike, ji bo ku berî Newrozê mûçe bi ser fermanberan de bêne dabeşkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin