PDK li Kerkûkê mîtingeke mezin saz dike
27 mijdar 2023 22:25
PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku doh 27ê Mijdarê piştî 6 salan bi fermî baregeha xwe ya Lîqa Sêyem vekir, li Kerkûkê ji bo danasîna namzedên xwe yên hilbijartinên parêzgehê mîtingeke mezin saz dike.
Endamê lijneya amadekar a mîtîngê Firset Seyid Şikur ji medya Kurdistanê re ragihand, mîtîng sibe 28ê Mijdarê dê bi ahengeke girseyî ya berfireh birêve biçe û li salona Layv City -2 ya bajarê Kerkûkê di demjimêr 14:00 de destpê dike.
Hate ragihandin ku, mîtîng ji bo nasandina hemû berbijêrên PDKê ye û piştre jî karnameya lîsteya PDKê ya ji bo parêzgeha Kerkûk û temamê navçeyên Kurdistanî dê bê eşkere kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Amerîka konsulxaneya xwe ya herî mezin a cîhanê li Hewlêrê vedike
03 brf 2025
Cîhan
Washington di meha Nîsanê de li Kurdistanê mîsyonekî mezin vedike
01 nsn 2025
Jiyan
Îsraîl beseke mezin a Xezeyê dike herêma ewlehiyê
02 nsn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin