PDK: Herêma Kurdistanê ne dagîrkirî ye ku PKK bo azadiya wê tekosînê bike
PeyamaKurd - Li gor Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, Herêma Kurdistanê ne cihê xebata PKKê ye, azad e û xwedî Serokatiya Herêm, Hikûmet û Parleman e.
Berpirsên Herêma Kurdistanê gelek caran PKK hişyar kiriye bo xebata xwe bibin Bakurê Kurdistanê. Lê hê PKK li nava xaka Herêma Kurdistanê de şerê Tirkiyê dike. Berpirsên Herêma Kurdistanê ji PKKê re dibêjin: “Ev der Herêma Kurdistanê ye, 29 sal in azadkirî ye, xwedî Serokatiya Herêmê, Hikûmet û Parleman e. Ev der ne dagîrkirî ye ku hûn bo azadiya wê tekoşînê bikin”.
PDK ji ber vê dixwaze PKK xebata xwe bibe Bakurê Kurdistanê.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, “Pêwîst e PKK û Tirkiye rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin. Herwiha pêwîst e PKK bizane ku li kû û ji bo çi xebatê dike. Ew baş dizanin ku ew ê dixwazin li vir bi dest wan nakeve. Ji ber ku vir azad û rizgarkirî ye û li gor destûra Iraqê, herêmek e û qewareyeke siyasî û îdarî ya naskirî ye. Pêwîst e PKK xebatê xwe li cihê ku tiştek jê bidest neketiye ye bike”.
Ji ber hebûna PKKê li çiyayên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê bombebarankirina Herêma Kurdistanê kiriye, vê yekê jî tenê riyek li pêş xelkê wan gundan hîştiye, ku koçber bibin û dest ji mal û milkên xwe û bapîrên xwe berdin. Ji ber wê çavdêrên siyasî diyar dikin, ev cureya xebata ku PKK dike, heta niha ti hêzekî din nekiriye.
Heta niha ji ber bombebaran û operasyonên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, çendîn welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin