PDK: Divê Bexda pêsî li operasyonan bigire!
PeyamaKurd- Alîkarê Duyemîn ê Serokê Meclisa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şahvan Abdullah, bang li hikûmeta federal kir ku ji Bexdayê daxwaza rawestandina operasyonan bike.
Şahvan Abdullah, bi rêya daxuyaniyekê li ser operasyonên li dijî axên Herêma Kurdistanê diyar kir û got,
“Divê hikûmeta Iraqê, erka xwe ya li hember operasyonên Îran û Tirkiyeyê yên li dijî axên Herêma Kurdistanê ku dikeve binpêkirina serweriya axên herêmê, bi kar bîne. Ev, gaveke li gorî makezagonê ye.”
Endamekî din ê partiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike jî operasyonên heyî nirxandin bê ka dê wekî partiya Kurd bikaribin çi bikin. Endamê partiyê got,
“Di pêşerojê de gavên ku li dijî Îran Tirkiyeyê bên havêtin, xuya nakin. Herêm, çi Silêmanî çi jî Hewlêr, li dijî îhtîmala ku Îran bi hinceta şerkirina bi muxalîfên li dijî Tehranê yên Kurd re û dagirkirina axê re ne amade bû. Herêmê, ji bilî kirinên Washingtonê yên pêşîlêgirtina van çalakiyan, bawerî bi hikûmeta federal a Bexdayê haniye. Lê belê, pirsgirêk, bêdengiya Bexdayê ye.
Li aliyê din jî wisa xuya dike ku Washington girîngiyê bes bi mijara petrolê û herikîna petrolê dide ku bike bin ewlehiyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin