Medvedev: NATO bi jîrekî tevbigere dikare pêsî li têkçûna cîhanê bigire
PeyamaKurd - Serokdewletê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev destnîşan kir ku beşdarbûna Ûkraynayê ya Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) tê wateya ragihandina şer a li dijî Moskowê û tenê hişmendiya aramgîriyê ya NATOyê dikare pêşî li têkçûna cîhanê bigire.
Serokên welatên endamên NATOyê, di lûtkeya xwe ya hefteya borî de, soz dan ku ji bo entegrasyona Euro-Atlantîkê û endamtiya Ûkrayna ya NATOyê, ew ê piştgirîya Ûkraynayê bikin, lê belê ji bo dema endamtiyê bersiveke destnîşanker nedan.
Medvedev, Cîgirê Serokê Encûmena Ewlehiyê ya Rûsyayê û kesayetê sereke yê Kremlînê Dmitriy Medvedev, ji rojnameya ‘Argumenti i Fakti’ re got ku endamtiya Ûkraynayê ya NATOyê, wê ji gefeke rasterast a li dijî ewlehiya Moskowê wêdetir be.
Medvedev di daxuyaniya xwe ya ku îro di rojnameyê de hate weşandin de got: "Ev helwesta endamkirina NATOyê ya Ûkraynayê, di rastiyê de wê bibe ragihandina şer. Kiryarên dijminên Rûsyayê yên li dijî me û berfirehkirina hevpeymaniyê, NATOyê ber bi xaleke bêveger ve dibe.”
Medvedev diyar kir ku Rûsya ji bo NATOyê ne gef e, lê belê wê bersivekê bide vê însiyatîfa berfirehkirê û got, "Înîsiyatîfên bi vî awayî çiqas zêde bibin, wê bersivên me jî ewqasî tundtir bibin."
Medvedev di dema serokatiya xwe ya ji 2008an heta 2012an de xwe wek meyldarekî rojavayî pênase dikir, lê belê piştî vê pêvajoyê xwe ji nû wek bazên krêmlînê yên li dora Serok Vladimir Putin bi cih kir.
Piştî vê bicihkirinê, wî hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên wê û ragihand ku biçekkirina Kîevê dikare bibe sedema karesateke nukleerî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin