Pasdarên Îranê bi guleyên rasterast êrîs kir: Kolberekî Kurd can da

03 adar 2024 16:42
Pasdarên Îranê bi guleyên rasterast êrîs kir: Kolberekî Kurd can da
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 3yê Adarê berê sibehê, kolberekî xelkê bajarê Tîkab a Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê de bi guleyên rasterast ên pasdarên Îranê hat kuştin.

Hate zanîn ku bûyer li demjimêr 02:00 rû daye û hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Hengejalî ya Bane gule berdane kolberan û kolberekî bi navê Elî Zerxamî yê temen 52 salî can daye.

Kolberê ku bi gule berdana rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ji zikê xwe birîndar bûye li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Elî Zerxamîyê bavê 3 zarokan xelkê gundê Sarîbax a bajarê Tîkab û rûniştvanê bajarê Seqizê bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, tenê di meha Sibata 2024an de 4 kolber û kasibkar li sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatine ji aliyên hêzên Îranê ve hatine kuştin û 63 kolber jî birîndar bûne.