Hêzên Îranê bi guleyên rasterast 4 kolber birîndar kirin

04 nîsan 2024 22:39
Hêzên Îranê bi guleyên rasterast 4 kolber birîndar kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê 4 kolberên Kurd bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hatin birîndar kirin û kolberek jî ji ser zinarekî bilind de ket û birîndar bû.

Hate zanîn ku di nava du rojên dawî de kolberên xelkê bajarê Sewlawa ya Rojhilatê Kurdistanê, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûne û ji ber ketina xwar a ji zinarên çiya jî kolberek birîndar bûye.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî temen 30 salî yê bi navê Kerîm i ber ku di zinarekî çiya yê li sînorê Tete ya Hewramanê de ketiye xwarê birîndar bûye.

Herwaha di encama gule berdana rasterast a hêzên ewlehiya Îranê bi ser kolberan de jî li çiyayên sînorê Tete ya Sewlawa, 4 kolberên bi navên Îbrahîm Yequbî, Siyaweş Kakeyî, Fereydûn (paşnavê wî nediyare) û Fuad (paşnavê wî nediyare) birîndar bûne.