Di êrîsa Îsraîlê de generalekî pasdarên Îranê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di êrîşa asmanî ya şeva borî ya artêşa Îsraîlê de, li Sûriyê generalekî Supaya Pasdarên Îranê hate kuştin.
Li gorî medya erebî, di êrîşa şeva borî ya ser sînorê bajarê Humsê de, efserekî payebilind ê Sûpaya Pasdarên Îranê hatiye kuştin.
Kanala Al Hedes nûçeya kuştina efserê Îranê spartiye çavkaniyên nêzîk ê milîsên girêdayî Îranê û radigihandiye, şeva borî generalekî Supaya Pasdarên Îranê yê bi payeya eqîd ku navê wî jî Husên Suhanî ye di encama bombebarana Îsraîlê ya li sînorê bajarê Hums a Sûriyê de hatiye kuştin.
Li aliyê din gelek weşanên din ên erebî jî kuştina Suhanî piştrast kirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku efserê Îranî yê di bombebaranê de hatiye kuştin, pisporê balefirên bêmirov (drone) bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin