Partiyên PYNK û Mezlûm Ebdî sanda hevbes a bo Samê gotûbêj kir
03 sibat 2025 22:41
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) û hin partiyên derveyî wê û ENKSê bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re civiyan.
Li gorî zanyariyan civîna Partiyên PYNKê li Istîrahe Wezîr a li Hesekê bi fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re pêk hat.
Çavkaniyên beşdarên civînê ragihandin ku di civînê de behsa yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin û pêkanîna şandeke hevbeş a bo Şamê hatiye gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê jî Serokatiya ENKSê li heman deverê bi Mezlûm Ebdî re civiyabû û heman mijar gotûbêj kiribûn.
PYNK wekî bin banê PYDê de ye ji 25 partiyan pêk tê. Partiyên PYNKê di nav Rêveberiya Xweser de cî digrin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî pêswazî li Mezlûm Ebdî û sanda pê re kir
19 mjd 2025
Cîhan
Sanda Sûriyê li baregeha Amerîka ya Hesekê bi Mezlûm Ebdî re civiya
19 adr 2025
Rojhilata Navîn
Ji Barrack daxuyaniya civîna ligel Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed
22 rbn 2026
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin