Partî û rêxistinên siyasî: Pistgiriya vegera birayên xwe Êzîdî bo ciyê bav û kalan dikin
PeyamaKurd – Bi daxuyaniyeke hevbeş, Partiyên siyasî û rêxistinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê diyar kirin, ew bi Kurdên Êzîdî ne û piştgiriyê li daxwaza wan a vegera welêt dikin.
Daxuyaniya aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê wiha ye:
Bi gor deng û bahsên ku ji navçeya Batman û Merdînê tên, hinek birayên me Êzîdî, ku dixwazin vegerine gundê xwe dikevin ber êrîşa parezvanên gund û hêzên noker ên dewletê.
Êzîdiyên Kurdistana Bakur, ku her tim di bin zilm û zordariya dewleta dagirker da bûn û tuşî gelek fermanan bibûn, di vê dawiyê da, ji ber rewşa şer û di bin zexta dewlet û nokerên wê yên navçeyê, mecbûr man warê bav û kalên xwe bi ci bihêlin, zevî û bax û baxçe û malê xwe biterikînin û avareyê welatên Ewropa bibin.
Hinek hêz û aliyên navçeyê, ku bi salan zêviyê Êzîdiyan ajotin, ji mal û bax û baxçeyê wan îstîfade kirin, îro jî nahelîn Êzîdî vegerin bo ser mal û milkê xwe. Gelek asteng derdixin pêşiya wan.
Nokerên rejim yên navçeyê û parêzvanên gund, ku dûr ji dab û nerîteyê Kurdî, dûr ji nirxên mirovatî û exlakê, dest danine ser mal û milkê Êzîdiyan, îro jî guhê xwe nadine biryarên dadgehan.
Saziyên fermî yên navçeyê jî, bi armanca ku dijberiyê di navbera Kurdên Misliman û Êzîdî kûr bibin, berjewendiyên wan kesên ku bi zorê dest dane li ser milkê Êzîdiyan diparêzin û ji bona cîbicîkirina biryarên dadgehê karên pêwîst nakin.
Birayên me yên Êzîdî, ku dixwazin vegerine gundê xwe îro ji her demê pirtir hewcedariya alikarî û piştgiriya me ne.
Em partî û rêxistinên siyasî, ku li jêr navê me hene, piştgiriya vegera birayên xwe Êzîdî bo ciyê bav û kalan dikin.
Em banga hemû rêxistinên mirov dost, rêxistinên mafê mirov, Baro û rusipiyên navçe, hemû partiyên siyasî û nunerên navçe dikin bila hawara birayên me Kurdên Êzîdiyan da biçin. Bikevin navberê, da ku birîna me ya dirokî kûr nebe.
Em banga hemû hêzên hestyar û welatparêz dikin, ku bona parastina mafên Êzîdî û piştgirî li wan, destê xwe bidine hevûdu û înîsiyatîfek ava bikin.
Mafê birayên me yên Êzîdî ku yek ji perçeyek netewa Kurd in heye, ku ew di welatê xwe Kurdistanê da bi awayeke ewle jiyana xwe bidomînin û hebûna xwe ya neteweyî û çandî biparêzin. Xebat ji bo vê armancê, erkeke neteweyî, însanî û ehlaqî ye.
Em ji raya giştî ra diyar dikin, ku heta daxwazên rewa yên birayên me yên Êzîdî cîbicîh bibin, em ê têbikoşin û pirsa hanê bişopînin.
Divê Êzîdî bê tirs û xof û bi awayeke azad vegerin warê bav û kalên xwe.
PDK-Bakur, Pêlkurd, PSK, TEVGER, PAK

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin