Parlementerê Îsraîlê: Divê Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji wezîfeyê were dûrxistin

20 berfanbar 2023 14:06
Parlementerê Îsraîlê: Divê Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji wezîfeyê were dûrxistin

PeyamaKurd – Parlamenterê Partiya Yeş Atîd a muxalefetê ya Îsraîlê Meirav Cohen bang kir ku divê Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji wezîfeyê were dûrxistin û wî weke "kevirê aş" li stûyê dewletê bi nav kir.

Meirav Cohen di vîdyoya ku li ser platforma Xê de parve kir de diyar kir ku ji ber ew di nav şer de van gotinan dibêje êşê dikşîne, lê çareyek din nemaye.

Cohen got, "Dema ku serokwezîr (Netanyahu) bi ser nekeve, têkçûna xwe berdewam bike û îspat bike ku ew ji bo vê wezîfeyê ne şareza ye, ew kesê xelet e, di wextê xelet de, li cihê xelet e, divê demildest were guhertin. Brîtaniyan  ev yek fêrî me kirin ku serokwezîrê wan Neville Chamberlain di 10ê Gulana 1940an de, bi qasî 9 mehan piştî destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ji aliyê wan ve hat guherandin."

Cohen diyar kir ku yên ku bibêjin "Niha ne dema wê ye" wê hebin û got, "Lê ger (Serokwezîrê berê yê Brîtanya Winston) Churchill di dema şer de şûna Chamberlain negirta û li Brîtanyayê hikûmetek yekîtiyê ava nekira, cîhan wê îro çawa bûya? Netanyahu têkçû ye."

Cohen diyar kir ku Netanyahu nikare pirsgirêka Îsraîliyên ku piştî şer li başûr û bakurê welêt malên xwe vala kirine çareser bike. Wî got ku budçeya 2023ê ku tê de got ku xezîneya giştî hatiye talankirin da ku hevpeymaniya desthilatdar bijî, di warê ewlehiyê de budçeyek têkçûyî ye.