Parlementerê Îranî bi coronavîrusê ket û wesiyeta xwe kir

25 sibat 2020 23:35
Parlementerê Îranî bi coronavîrusê ket û wesiyeta xwe kir

PeyamaKurd- Parlementerê reformîst yê Îranî Mehmûd Sadiqî ragihand ku ew bi vîrûsa coronayê ketiye û di ser hesabê xwe yê twitterê de weha ragihand:

“Ez vê peyamê di halekî ku derfeta jiyana min gelek kême, belav dikim.”

Bo di nava girtiyan de vîrus belav nebe û pêşî lê bêgirtin, bang li serokê erka darizandinê Îbrahîm Reîsî kir û got ku bila mehkûmên siyasî serbest bên berdan. Ev daxwaz ya malbatên girtiyên siyasî ne.