Parlamentoya Iraqê dicive: Parlamenterên nû sonda yasayî dixwin

09 rêbendan 2022 16:11
Parlamentoya Iraqê dicive: Parlamenterên nû sonda yasayî dixwin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku wê Îro Yekşemê encûmena nûnerên Iraqê yekem civîna dema pêncem pêk bîne û desteya nû ya serokatiya parlamentoyê helbijêre.

Li gor madeya 54 a destûra Iraqê piştî pejirandina encamên helbijartinê, bi fermanekê serokomar dê daxwaza pêkanîna yekem civîna parlamentoyê bike, ku serokekî nû û 2 cîgirên wî bên hilbijartin. Endamê herî bi temen ê parlamentoyê jî dê serokatiya rûniştina yekem bike. Parlamenterê herî bi temen Mehmûd Meşhedanî ye û ser bi Hevpeymaniya Ezm e û îro dê serokatiya yekem civîna encûmena nûneran ango parlamentoyê bike.

Li gor daxuyaniya encûmena nûnerên Iraqê, îro 09.01.2022yê yekem rûniştina parlamentoyê dê bi parlamenterên hatine hilbijartin pêk tê ku wê parlamenter sonda yasayî bixwin. Piştî pejirandina rûniştina yekem a encûmena nûneran, parlamenterê herî bi temen dê serokatiya rûniştinê bike. Piştî sondxwarina parlamenteran jî wê desteya serokatiya encûmena nûneran bê diyarkirin.