Parêzgarîya Edenê: Ciwanê Sûriyeyî bi sasî hatiye kustin
PeyamaKurd - Parêzgariya bajarê Edene li ser bûyera kuştina ciwanekî Sûriyeyî ji aliyê polîsan ve daxuyanî da û ragihand, ciwanê Sûriyeyî Alî El Hemdan ji aliyê polîsan ve bi şaşî hatiye kuştin.
Polîsên Edenêli Taxa Sucuzade ya Navçeya Seyhan a Edeneyê ciwanê 17 salî Ali El Hemdan bi hinceta ku li ser hişyariya raweste ya polîsan, baz daye ji pişt ve gule berdabûn wî û ew kuştibûn
Piştî bûyerê Parêzgarê Edeneyê Mahmut Demirtaş, çû serdana malbata Hemdan û got ku polîsan bi şaşî Hemdan kuştiye û derbarê wî polîsî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de wiha hatiye gotin: “Dema yekîneyên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Navçeya Seyhanê li xala kontrolê hişyarî daye, li hişyariyê guhdar nekiriye û reviya ye. Welatiyê Sûriyeyî A. H. (polîs) dema guleya hişyariyê avet bi şaşî birîndar kiriye. Bi birîndarî A.H. rakirin nexweşxaneyê. Polîsê eleqeder ji peywirê hatiye dûrxistin û karê edlî hatiye destpêkirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin