Li Edenê 40 kesên êrîsî koçberên Sûriyeyî kirin hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li Edenê, 40 kesên êrîşî mal, kargeh û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin, hatin desteserkirin.
Li navçeya Seyhana Edenê, duh bi şev welatiyên taxê yên bi hinceta îstîsmara zayendî li zarokek 11 salî hat kirin, daketin konanan û êrîşî kargeh, mal û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin.
Ligel ku walîtiyê, daxuyaniyek da û diyar kir ku “kesê îstîsmarkar welatiye Tirkiyeyê jî komekê ku îdîa kir îstîsmarkar Sûriyeyî ye, êrîşî mal, kargeh û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin. Kom, heya taxên Mîrzaçelebî, Kocavezîr û Meydan ên weke Taxa Halep, Obalar û Kibris tên bênasekirin meşiyan û êrîşî mal, kargeh û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin û amûrên wan talan kirin.
Polîsan îro danê sibehê di çarçoveya lêpirsînê de, bi ser malên kesên êrîşî koçberên Sûriyeyan kirin de girtin. Di serdegirtinê de 40 kes hatin desteserkirin û û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edenê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin