Ozel: Em dê ji bo aştiya kurd û tirkan û elewiyan têbikoşin

02 tebax 2026 20:15

Serokê Partiya YENÎ (Partiya NÛ) Ozgur Ozel li Enqereyê axivî û got: "Ji bo aştiya kurd û tirkan û ji bo mafê elewiyan heta hetayê dê têbikoşin. Rêvebirên niha yen li Tirkiyeyê deyndarê elewiyan e."

Ozel: Em dê ji bo aştiya kurd û tirkan û elewiyan têbikoşin

RûpelNews - Serokê Partiya NÛ Ozgur Ozel li Enqereyê beşdarî merasîma himdanîna Cemxane û Navenda Çandî ya Şaredariya Mamakê bû.

"Ji Kerbelayê heta Çorumê komkujî berdewam kir"

Ozel li vir qala komkujiyên di dîrokê de li ser elewiyan hatine kirin kir û bal kişand ser parastina mafên elewiyan. Ozel di axaftina xwe de wiha got: 

"Kesên ku vî welatî bi rê ve dibin, û yên ku dê di pêşerojê de bi rê ve bibin, deynekî wan a rizamendiyê heye ku divê ji elewiyan re bidin. Ez soz didim ku, gava em werin ser desthilatê, em ê li ser navê dewletê rizaya elewiyan bixwazin. Ji ber ku elewiyan gelek êş kişandiye û bedeleke giran daye. Ji Kerbelayê heta Çorumê, ev komkujî berdewam kirine. Lêbelê civaka elewî ev êş di bêdengiyê de kişandiye. Wan zirar nedaye kesî."

"Em dê ji bo aştiya kurd û tirkan têbikoşin"

Ozel tekez kir ew ê ji bo aştiya civakî têbikoşe û wiha got:

"Em ê qebûl bikin ku pirsgirêk hene heta ku elewiyek dawî bibêje, 'Êdî tu pirsgirêkên min nîn in', û em ê ji bo çareserkirina wan têbikoşin. Em ê bêguman aştiya civakî û lihevkirinê misoger bikin. Em ê heta dawiyê ji bo aştiyeke xurt a di navbera kurd û tirkan têbikoşin û ji bo ku elewî û sunnî xwe wek welatiyên bi tevahî wekhev hîs bikin têbikoşin."

"Çawa mizgeft îbadetxane ye cemxane jî îbadetxane ye"

Li gor Ozel statuya cemxaneyan divê di satuya îbadetxaneyê de be û wiha axivî:

"Ez dixwazim careke din diyar bikim ku çawa mizgeft cihekî îbadetxane ye, cemxane jî wisa ye. elewîtî baweriyek e, ne çand e; semah cûreyekî îbadetê ye, ne muzîk e. Rastiya ku sûnî girêdayî Serokatiya Karûbarên Olî ne, lê elewî girêdayî Wezareta Çandê ne, ev yek li dijî wekheviyê ye. Ev cihêkariyeke eşkere ye. Heta ku Madimak bibe muzexaneya şermê em dê têkoşîna xwe bidomînin."