NY: Li Iraqê bicihnekirina sozan krîza baweriyê çêkiriye
PeyamaKurd - Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yek.ûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ragihand, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîza baweriyê çêbibe.
Jeanine Hennis-Plasschaert bi daxuyaniyekê got, “Di mehên dawiyê de bi sedan hezar xelkê Iraqê derketin kolanan ji bo derbirîna hêviyên xwe bo pêşerojeke baş û bê gendelî û dûrî berjewendiyên partîtî û destewerdana derveyî. Herwiha piştî kuştin û birîndarkirina xwepêşanderên sivîl û bicihnekirina sozên hatine dayîn, bûne sedema ku krîza baweriyê çêbibe.”
Plasschaert da zanîn, “Piştî du mehan ji destvekişandina Serokwezîrê Iraqê, hîna serkirdeyên siyasî nikarin lihev bikin û bi pêş ve biçin. Di demekê de mikurhatin ji hemû aliyan ve hebû, ku pêwîstî bi çaksaziyên bilez heye. Dema wê hatiye ku sozên hatine dayîn, bicih werin.”
Nûnera NY bibîr xist, her pêngaveke ji bo çareserkirina daxwazên xelkê bê avêtin û bidawî nebe, dê bê sûde be û diyar kir, “Aloziyên vê dawiyê yên li ser asta herêmê, bûne sedema girîngî bi karên navxweyî yên bidawî nebûne kêm bibe. Divê pêşhatên jeosiyasî nekevin pêş bicihkirina daxwazên xelkê Iraqê yên rewa.”
Jeanine Hennis-Plasschaert giringiya parastina xwepêşanderan ji aliyê hikûmetê ve anî ziman û destnîşan kir: “Serkutkirina xwepêşanderên sivîl nayê qebûlkirin.”
Wê daxwaz ji xwepêşanderan jî kir, divê bi riyên aştiyê pabend bin û dûrî karên tundûtûjiyê bibin û dam û dezgehên giştî jî biparêzin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin