Meclisa Iraqê dengên baweriyê da hukumeta Sûdanî

28 cotmeh 2022 02:35
Meclisa Iraqê dengên baweriyê da hukumeta Sûdanî

PeyamaKurd – Li Iraqê hukumeta di bin serokwezîrtiya Muhammed Şiya Sûdanî de hat avakirin û ji meclisa Iraqê dengên baweriyê sitend. Ji bo 23 wezaretan bawerî hat dayîn lê ji bo wezareta Îmar-îskanê û wezareta Hawirdoriyê partiyên Kurd lihev nekirin û niha valane.

Meclis, di bin serokatiya Muhammed Halbûs de civiya lê berya civînê Sûdanî, bernama hukumetê xwend ku di xwendina bernamê de Halbûsî, serokkomarê Iraqê Abdullatif Reşîd, serokê konseya bilind ya darazê Faiq Zeydan, nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis Plasschaert û serokên partiyên siyasî amade bûn. Sûdanî di bernama xwe de got ku kêmasiya xizmeta giştî li Iraqê heye û wê dawiyê li gendeliyê bîne.

Hukumet wê salekî bixebite. Hukumet di nav 3 mehan de wê qanûna hilbijartinê biguhêre û qebûl bike ku di nav salekî de here hilbijartinekî pêşwext.

Fuad Huseyin bû wezîrê karên derve yê Iraqê û nûnerê PDK ê ye. Xalid Şivanî bû wezîrê dadê yê Iraqê û YNK ê temsîl dike. Bende ne ku wezareta îmar-îskanê û ya Hawirdoriyê bidin Kurda û di meclisê de bixin ber dengdanê.