Ji civîna Nêçîrvan Barzanî û aliyên siyasî yek helwestiya bo krîza Iraqê derket

11 sibat 2020 22:45
Ji civîna Nêçîrvan Barzanî û aliyên siyasî yek helwestiya bo krîza Iraqê derket

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li baregeha serokatiyê, bi amadebûna her du cîgirên serok û bi beşdariya alîyên sîyasî, cîgirê serokê Civata Nûneran û Frakisyonên Kurdistanî di Perlemana Îraqê de civînek saz kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di civînê de, rewşa Iraqê û pêngavên yekxistina helwesta alîyên sîyasî, Fraksiyon û sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê bo çawanîya reftarkirinê li gel pêşhatên qada sîyasîya Iraqê û Kurdistanê, herweha gotûbêj derbarê gavên piraktîkî bo pêkanîna hevpeyamanîya Kurdistanî hatin gengeşekirin.

Piştî gotbêjan, nerîn veguhertinê ûtêbînîyên firkaisyonên Kurdistanî derbarê çawanîya reftarkirinê li gel sazîyên fedralî li Bexdayê û behskirina bexşerê ya reftarkirinê li gel pêşhatên Îraqê, tevaya alîyan kok bûn li ser wê yekê ku pêwîste bi yek helwêstî reftar li gel tevaya pirsan bihêne kirin  û gavên piraktîkî jî bo pêkanîna hevpaymanîyê û peyreweka giştgîr jî bo bihêt amadekirin ku cihê pesindkirina tevaya firakisyonan be.

Civînê bi giringî ve, rewş û pêşhatên Îraqê xistin di gengeşeyê de û tekez kir li ser pêwîstîya vegerandina aramîya ewlehî û sîyasî bo welat û bikar neanîna tundûtîjîyê dijî xwenîşanderên sivîl û daxwaz bi pêrveçûna daxwazîyên rewayên wan ji xizmeguzarîyan û ayndeyeka baştir.

Tewereka dî civînê, gav havêtin bû bo pêkanîna kabîne ya ayînde ya Hikumeta Îraqê.  Derbarê evê yekê jî alîyên amade kok bûn li ser wê yekê ku berjewendîyên bilindên Herêma Kurdistanê, paraztina qewareya destûrî û sîyasî ya wê û mafên destûrîyên gelê Kurdsitanê û deverên Kurdistanî yên derve ya rêveberîya Herêma Kurdistanê, binema ya sereke û hevpişka alîyên sîyasî dibe. Her gavek jî bo pêkanîna kabîne ya nû bi hevahengî di navbera alîyên sîyasî û sazîyên fermî yên Herêma Kurdistanê dibe bi awayekê ku mafên Herêma Kurdistanê têde paraztî be û tevaya alîyên pişikdar  pişikdar pişikdarî ya kar hebin di duristkirina biryara hevpişik.

Di daxuyaniya serokatiyê ya piştî civînê de hat destnîşankirin, civîn dil tenahîyê dide gelê Kurdistanê bi hemû pêkateyên wê ve, ku di hemû gotûbêj û rêkkevtinan de, mafên hevwelatîyên Herêma Kurdistanê li berahîya binemayên neguherên hemûyan dibe.