NY: Hejmara penaberên Ûkraynayê 2.5 milyonan derbas kir
11 adar 2022 22:25
PeyamaKurd – Êrîşa dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê û berxwedana hêzên Ûkraynayê ji roja 24ê Sibatê ve di roja xwe ya 15emîn de berdewam dike û heta niha bi milyonan welatiyên sivîl neçar mane terka mal û warê xwe bikin.
Komîseriya Bilind a Penaberan di Neteweyên Yekbûyî de, îro 11ê Adarê ragihand ku heta niha zêdetirî 2,5 mîlyon kes ji Ûkrayna derketine.
Li gorî van amarên dawî ji doh 10ê Adarê ve li gorî rapora Rêxistina Navneteweyî ya Koçberîyê (IOM) 200 hezar kesên din koçber bûne.
Ofîsa Kordînasyonê ya Karên Mirovî ya NYê jî eşkere kiriye ku di nav Ûkrayna de jî bi kêmî 1,85 milyon kes koçberî bajarên din ên welat bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Neteweyên Yekbûyî hejmara dawî ya penaberên Ûkraynayê eskere kir
07 adr 2022
Jiyan
Hejmara pêketiyan 41 milyonan ya basbûyan jî 30 milyonan derbas kir
21 cot 2020
Cîhan
Hejmara pêketiyan 50 milyonanan derbas kir, mirin zêde bûn
08 mjd 2020
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin