Hejmara gistî 46 milyonan derbas kir, 3 welat ketin karantîneyê

02 mijdar 2020 03:28
Hejmara gistî 46 milyonan derbas kir, 3 welat ketin karantîneyê

PeyamaKurd – Bi hatina werza payiz û zivistanê re, li welatên parzemîna Ewropayê belavbûna vîrusa koronayê ji nû ve gihîşt asteke metirsîdar ku welatên ewropî vedigerin tedbîrên destpêkê yên xweparastina ji Covid-19 û bi qedexe û tedbîrên nû welatên xwe dixin karantîneyê.

Piştî ku doh 31ê Cotmehê li Brîtanya û Awustralyayê ji bo mehekê karantîne û qedexeya mehekê ya derketina derve hat ragihandin, welatê Portekîzê  jî tedbîrên nû yên karantîneyê ragihandin. Li gorî biryarê wê ji sedî 70yê welatiyên Portekîzê li malên xwe di karantîneyê de bin.

 Li aliyê din li Îspanya, Almanya, Îtalya û Fransayê jî ji ber zêdebûna pêketinên koronayê tedbîrên nû têne wergirtin.

Li gorî amarên dawî yên li seranserê Cîhanê heta niha 46 milyon û 721 hezar û 732 kes bi nexweşiya Covid-19 ketine, 1,203,874 kes pê mirine û 33,643,988 kes jî baş bûne.