Hejmara pêketiyan 50 milyonanan derbas kir, mirin zêde bûn
PeyamaKurd – Belavbûna pandemiya vîrusa koronaya nû Covid-19 bi hatina werza zivistanê re dîsa gihîşt lutkeyê û bi taybet li welatên parzemîna bakur û asyayê pêketin û mirinên herî zêde tomar dibin.
Li gorî amarên dawî yên malpera Worldmeterê belav kirine, li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 50,263,958 kesan.
Herwiha heta niha 1,256,358 kesan jî bi wê nexweşiyê can daye û kesên ji destpêka pandemiyê ve li seranser cîhanê baş bûne jî 35,550,153 kes in.
Heta niha hejmara pêketin û mirinan herî zêde;
Li welatên Amerîka (10,182,818 pêketin û 243,257 mirin), li Hindistanê (8,507,754 pêketin-126,162 mirin), li Brezîlyayê (5,653,561 pêketin-162,286 mirin) li Rûsyayê (1,753,836 pêketin-30,251 mirin), li Fransayê (1,748,705 pêketin-40,169 mirin), li Îspanyayê (1,388,411 pêketin-38,833 mirin), li Arjentînê (1,236,851 pêketin-33,348 mirin) û li Brîtanya jî 1,171,441 pêketin û 48,888 mirin hatine tomarkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin