Nûnerê Trump careke din bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

12 îlon 2018 01:35
Nûnerê Trump careke din bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîr Barzanî îro li gel Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk civiya û aliyan behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û herwiha hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk û şandeke pê re kir.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, hewldanên pêkanîna hikûmeta nû, rûniştinên Parlamentoya Iraqê, egera pêkanîna hevpeymaniya herî mezin û pêngava yekemîn a ji bo damezrandina hikûmeta nû hatine gotûbêjkirin.

Şanda Amerîkî rola Herêma Kurdistanê ya di hevbeşbûna proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta Iraqê de giring wesif kir. Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk hêvî kirin ku hikûmeta nû ya Iraqê di demeke nêzîk de were avakirin, ku berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê berçav bigre û welat bikeve qonaxeke nû.

Di civînê de herwiha hilbijartinên 30ê Îlonê yên Parlamentoya Kurdistanê jî hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê McGurk ji ber birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê kêfxweşiya xwe aniye ziman û hêvî kiriye proseya dengdan û hilbijartinê bi serkeftî derbas bibe.